Rojava News: Duh Di dema ku welatiyekî xiristiyanî hewl dide ku ji Kurdistana Sûriyayê derbasî Kurdistana Tirkyayê bibe rastî guleyên cendirmeyên Tirkyayê hat û di encam de ew welatî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku duh sibehê cendirmeyên Tirkyayê gule berdan girupeke welatiyên Kurdistana Sûriyayê di dema ku ew hewl dide sînor derbas bikin û di encam de welatiyê xiristiyan yê bi navê Armîn Zemo di stûyê xwe de guleyek xwar û ji ber ku gelel xwîn rijand jiyana xwe ji dest da.
Armîn Zemo welatieyekî xiristiyanî ye ji gundê Elasediyê yê bi ser Serê Kaniyê ve.
Nalîn Hesen
