Rêxistina Libnanê ya PDK-Sê ahengek bo pêşmerge li dar xist

Rêxistina Libnanê ya PDK-Sê ahengek bo pêşmerge li dar xist

Rojava News: Duh rêxistina Libnanê ya Partiya Demoqrat a Kurdistan - Sûriya ahengek bo pîştgiriya Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyayê li dar xist

Endamekî ji rêxistina navborî  ji Rojava News re got ku piştî ku pêşmergeyek ji pêşmergeyên Kurdistana Sûriyayê serdana malbata xwe ku li Libnanê dimînin kir , rêxistina me ahingek bo piştevanî û piştgiriya Pêşmerge li dar xist

Li gorî heman jêderî, hejmarek baş ji endamên PDK-Sê û çend kesayetyên rewşenbîrî û siyasî û hejmarek ji kurdên ku li Libnanê dimînin li wê ahingê amade bûn  

Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji keç û xortên Kurdistana Sûriyayê pêl tê, li Bendava Mûsilê û herêmên derdora wê li hemberî rêxistina DAIŞê şer dikin û bi dehan pêşmerge şehîd ketin.

Nalîn Hesen