Pentagon: Operasyon Hewîceyê li ser daxwaza Hikumeta Kurdistanê bû

Pentagon: Operasyon Hewîceyê li ser daxwaza Hikumeta Kurdistanê bû

Rojava News: Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) derbarê operasyona Hewîceyê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku ew operasyon li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat encamdan û agahiyên giring ên îstixbaratî hatine bidestxistin.

Sekreterê Rojnamevanî yê Pentagonê Peter Cook derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û tê de derbarê operasyona hêzên Amerîkayê li Hewîceyê agahî dan.

Peter Cook di daxuyaniya xwe de ragihand: “Sibehiya îro ji Iraqê ve li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêza Proseyên Taybet a Amerîkayê piştevanî li operasyonek pêşmergeyan kir bo rizgarkirina girtiyên di girtîgeheke DAIŞê de li nêzîkî Hewîceyê li Iraqê.”

Cook herwiha got: “Ev operasyona bi armanc pêştir plan jê re hatibû danîn, piştî destkeftinê, agahiyan li ser wê çendê ku girtî dê bi awayeke hetmî rastî komkujiyê  bên, rê bi vê proseyê hatibû dan. Ew jî hevdem ligel rûbirûbûna me li dijî DAIŞê û rahênan û perwerdekirin û alîkarîkirina hêzên iraqî.”

Sekreterê Rojnamevanî yê Wezareta Parastina Amerîkayê herwiha tekez kir, ku Amerîkayê bi rêya helîkopterên xwe yên leşekrî hêz bo cihê operasyonê veghuastin û ligel hêzên pêşmerge ber bi navenda DAIŞê çû.

Peter Cook herwiha destnîşan kir: “Di operasyonê de 70 dîl hatin rizgarkirin ku ji wan 20 kes endamên hêzên ewlehî yên Iraqê ne.”

 

Cook da zanîn, ku di vê operasyonê de 5 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatin girtin û hejmarek çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Cook, herwiha leşkereke Amerîkayê di dema operasyonê de birîndar bû û piştî ku çareseriya pizîşkî wergirt, jiyana xwe ji dest da. Herwiha 4 pêşmerge jî di operasyonê de birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Amerîkayê di wê operasyonê de agahiyên giring ên îstixbaratî li ser rêxistina DAIŞê bidest xistin.

Petere Cook amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka û hevpeymanên wê dê berdewam bin li ser karkirina ligel hevalbendên xwe yên iraqî bo têkbirin û jinavbirina DAIŞê û vegerandina Iraqê bo bin kontrola xelkê wê.