TCK malbatên pêşmergeyên şehîd li devera Aliyan xelat dike

TCK malbatên pêşmergeyên şehîd li devera Aliyan xelat dike

Rojava News :Roja pêncşemê li devera Aliyan, Tevgera Ciwanên Kurd bi alîkariya xwecihiya şehîd Nesir Eldîn Berhik ya ENKSê, herweha xwecihiya Girkê Legê ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyayê malbatên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyayê yên ku di şerê li dijî DAIŞê şehîd ketibûn xelat kirin.

Endemakî ji TCK ji Rojava News re aşker kir ku wan malbatên her yek ji  şehîd Mihemed Salih Dilî li gundê Bekir Oxlî, şehîd Mûrad Berhem li gundê Helaq û şehîd Besam Mehemd Xelf li gundê Gir Ziyart Çolî xelat kirin.

Li gorî heman jêderî ku malbatên şehîdan ji aliyê xwe ve sipasiya TCK û xwecihiyên ENKSê kirin û anîn ziman ku ew serbilindin ku xotên wan ber axa Kurdistanê Şehîd ketin.

Nalîn Hesen