Rojava News :Duh li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyayê û bi helkefta sih û yekemîn salvegera koça dawî ya helbestvanê kurd Seydayê Cegerxwîn Yekîtiya niviskarên Kurdistana Sûriyayê semînarek li ser jiyana Cegerxwîn lidar xist.
Seminar bi kêlîkek bêdeng li ser canê pakrewanên Kurd û kurdistanê dest pê kir , piştira Helbestvan Tûrjîn Reşwanî li ser hemû aliyên jiyana Cegexwîn axivî mina ( Cegerxwîn û ol, Cegerxwîn û jin , Cegerxwîn û siyaset, Cegerxwîn û cotkarî, Cegerxwîn û helbest, Cegerxwîn û karkir).
Di wê semînarê de gelek rewşenbîr û nivîskar û helbestvanên Kurd amade bûn.
Piştî semînarê şandek ji rêxistina navborî seredana gora nemir Seydayê Cegerxwîn li taxa Xerbî li Qamişlê kir.
Tê zanîn ku wêjevanê navdar Seydayê Cegerxwîn di 22ê Cotmeha sala 1984 an çû ber dilovaniya Xwedê û li dû xwe pitûkxaneyeke Kurd ya zangîn hişt.
Nalîn Hesen
