Rêxistina Domîzê ya PDKSê çalakiyek bo salvegera yekemîn ya şehîdbûna 3ê pêşmergeyan lidar xist

Rêxistina Domîzê ya PDKSê çalakiyek bo salvegera yekemîn ya şehîdbûna 3ê pêşmergeyan lidar xist

Rojava News: Duh roja Înê rêxistina Domîzê ya Partiya Demoqrat a Kurdistan- Sûriya çalakiyek bo salvegera yekemîn ya şehîdbûna 3ê pêşmergeyên Kurdistana Sûriyayê lidar xist.

Di wê Çalakî de hejmarek ji endamên PDK-Sê, û hejmarek ji pêşmergeyan, çend kesayetiyên rewşanbîr û siyasî herweha hejmarek ji kurdên ku li kampê dimînîn amade bûn.

Çalakî  bi xulekeke bêdeng li ser canê pakrewanên Kurd û kurdistanê li gel siroda netewî a “Ey Reqîb” dest pê kir û piştira gelek gotin ji aliyê kesên amadebûyê hatin pêşkêşkirin.

Tê zanîn ku di 23ê Cotmeha sala 2014an her yek ji pêşmerge Mihemed Husên, Lûristan Elî Korî û Ehmed Saîd Osman di dema ku li Zûmarê şerê DAIŞê dikirin şehîd ketin.

Nalîn Hesen