RojavaNews :Çekdarên YPG yên bi ser partiya PYD de,duh li Kobanî 30 girtiyên ku têkiliya wan ligel DAIŞê hebûn, serbest berdan.
Li gorî zaniyaryên RojavaNews, ku duh li bajarokê Sirînê yê bi ser bajarê Kobanî ve, YPG 30 kesên ku bi tohmeta têkiliya wan ligel DAIŞê hatibûn gitin, serbest hatin berdan.
Ew kes serbest hatin berdan bi hinceta bihêzkirina biratiyê û pêkvejiyanê di navbera pêkhatên li wê deverê,
Tê zanîn ku di heyama van herdû mehên borî de YPG zêdetirî ji 90 kesen ku bi tometa têkiliyên wan li gel DAIŞê hatibûn girtin serbest berdan.
Nalîn Hesen
