Rojava News: penaberek kurd ku ji Başûrê Kurdistanê ye û niha li bajarê Horsînsê yê Danîmarkayê dijî, ji ber ku Hikumeta Danîmarkê nahêlin hevjîna wî derbasî wî welatî bibe, devê xwe dirûtiye.
Li gorî Rûdawê Koçberê kurd ê bi navê Kawe Mecîd, ev 2 hefte ye li dijî hikûmeta Danîmarka ketiye gireva birçîbûnê û devê xwe dirûtiye.
Wî penaberî anî ziman ku heta hikûmeta Danîmarka razî nebe hevjîna wî derbasî Danîmarka bibe dê li ser çalakiya xwe rijd be.
Kawe Mecîd, li ber avahiya Navenda Koçberan a Danîmarkayê ketiye girevê û alên Danîmarka û Yekitiya Ewropayê hildaye.
