Li xala Sînorî ya Sêmalka tankêreke sûtemeniyê şewitî

Li xala Sînorî ya Sêmalka tankêreke sûtemeniyê şewitî

Rojava News: Duh roja Şemiyê li xala Sînorî ya Sêmalka  tankêreke barhilgir bi sûtemeniyê, agir pê ket û bi tevahî şewitî.

li gorî agahiyan ku Duh roja Şemiyê li xala Sînorî ya Sêmalka ya di navbera Kurdistana Sûriyayê û Herêma Kurdistanê de tankêreke barhilgir bi sûtemeniyê, agir pê ket û bi tevahî şewitî û tîmên hewarçûnê ew agir bi zehmetî vemirandin.

li gor heman agahiyan ku ziyana tenê madî bûn û ti ziyanin canî çê ne bûn.

Nalîn Hesen