Rojava News: Şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê de û hêzênYPGê yên ser bi PYDê ve li Çiyayê Homanê li gundewarê Hesekê berdewam e.
Li gorî malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya ku ew şer li her du gundê Bedî û Cefra li Çiyayê Homanê rû da ye û tê gotin ku kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku DAIŞê başûrê Hesekê welatiyekî Ereb bi tuhmta ku sixêf û dijûn ji Xweda re daye bidar vekir.
