Rojava News: Bi hatina werzê zivistanî careke din rewşa xelkê di nava kampan de xerab dibe û li ser rewşa penaberan Endamê rêveberiya kampa Basirma ya penaberên Kurdistana Sûriyayê Mihemed Xelîl Ebdelkerîm ji Rojava News re got : "bi hatina werzê zivistanî careke din rewşa xelkê di nava kampan de xerab dibe û em ji aliyê rêxistinan ve têne piştguhkirin û bi taybetî rêxistina DRC ya ku berpirsa li ser rêveberiya kampan".
Navborî got :" ji beriya dû salan ve pirojeyek heye ku 6 hezar mitir ji riyên di nava kampê de werin qîrkiri, lê ta niha ti gav bo cîbicîkirina vê pirojeyê nehatiya avêtin".
Mihemed Xelîl Ebdelkerîm eşker kir ku kampa Basirma di devereke çiyayê de ye û herdem tuşî bahoz û baranê tê lewma rewşa penaberan aloztir dibe.
Navborî dawaz hi hemû aliyên berpirsyar û peywendîdar kir ku bi zûtirîn dem alîkariya penaberan di nava kampan de bikin berî ku rewşa seqaiyê sartir bibe.
Kampa Basirma 50 km dûrî Hewlêra paytext e û tedê zêdertirî ji 3000 penaberên Kurdistana Sûriyayê dijîn.
Nalîn Hesen
