Herêmek li Almanya wê 1000 jinên kurd ên êzîdî derman bike

Herêmek li Almanya wê 1000 jinên kurd ên êzîdî derman bike

Rojava News: Herêmek li Almanya dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bike û alîkariya koçberên li Kurdistanê bike.

Berpirsên wê herêmê biryar dane 1000 jinên kurd ên êzîdî bibin herêma xwe û ji aliyê derûnî ve wan derman bike.

Wezîrê Karûbarê Navdewletî û Ewropî li Herêma Baden Wurttemberg, Peter Friedrich derbarê wê hemahengiya di navbera Kurdistan û herêma xwe de û pêşkêşkirina alîkariyê bo jinên êzîdî ji Rûdawê re axivî.

Peter Friedrich ragihand: “Beriya 2 salan wezîrê me yê aborî serdana Herêma Kurdistanê kir da ku ji nêzîk ve ezmûna Kurdistanê bibîne. Herwiha piştre Parêzgarê Dihokê jî serdana herêma me kir.”

Ew şanda Herêma Baden Wurttemberg ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû, pilana pêwendiyên 2-alî yên aborî û siyasî di navbera Kurdistan û wê herêma başûrê Almanya de danîbû.

Friedrich derbarê vê mijarê de axivî û wiha got: “Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon koçber hene, ku piraniya wan li bajarê Dihokê ne, lê dezgehên wî bajarî pêre nagên alîkariya wan bikin, lewma pêwîst e alîkarî bigihên destê wan.”

Herêma Baden Wurttemberg, dikeve başûrê rojavayê Almanya û hejmara xelkê wê zêdetirî 10 milyon kes e. Paytexta wê, bajarê Ştuttgart e. Li wê herêmê tenê şîrketên warê pîşesazî û enerjiyê zêdetirî 800 milyar EURO bi dest xistine, wek şîrketa Marsîdis û Porş.

Wî wezîrî wiha got: “Em kar li ser alîkariya koçberên li Herêma Kurdistanê dikin. Em hinek alavên elektronî û veguhestinê wek otomobîlan bo kampên koçberan, peyda dikin.” 

Herwiha yek ji wan projeyên din ên ku ew herêm dixwaze alîkariya koçberan bike, ew e ku dixwaze alîkariya jinên kurd ên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê reviyane, ji aliyê derûnî ve derman bike.

Peter Friedrich derbarê vê mijarê ragihand: “Projeyek me heye ku, em heta 1000 keç û jinên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, ji Kurdistanê bînin herêma xwe ji aliyê derûnî ve wan derman bikin, ji bo vê jî lêjneyekî hevbeş di navbera herdu aliyan de hatiye damezrandin û hejmarek ji wan jinan dest bi wergirtina derman kirine.”