Rojava News : Roja 23ê vê mehê Li bajarê Tirbesipiyê rêxistina bajêr ya Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya ahingek bo xelatkirina xwendevanên serkeftî di xûlên ku li navenda xwe vekirbû lidar xist.
Li gorî ofîca ragihandinê ya PDK-Sê ku gelek xelk herweha malbatên xwendevanan di wê ahingê de beşdar bûn.
Ahing bi xulekek bêdeng li ser cane pakrewanên Kurd û Kurdistanê li gel siroda netewî a Ay Reqîb dest pê kir û piştire gelek gotin ji aliyê rêxistina bajêr ya PDK-Sê û mamosteyên wan xûlan hate pêşkêşkirin.
Li gorî heman jêderî ku piştî bi dawîbûne gotinan, xwendevanên serkeftî ji aliyê mamosteyên wan ve hatin xelatkirin û bawername li ser şagirtên xûlên Zimanê Kurdî hatin belavkirin, herweha çend sitran û govendin filklorî ji aliyê koma PDK-Sê hate pêşkêşkirin.
Tê zanîn ku ew xûlên ku li navenda PDK-Sê li Tirbesipiyê hatibûn vekirin ewin:
- Xûleke pizişkî bi rêveberiya mamoste Kawa Tewfiq.
- Xûleke ICDL bi rêveberiya mamoste Şivan Zaza.
- Xûleke zimanê Kurdî bi rêveberiya mamoste Solîn Pîro.
Nalîn Hesen
.
