Girkê Legê.. xwepêşandanek li dijî rêbazên xwendinê yên PYDê hate lidar xistin

Girkê Legê.. xwepêşandanek li dijî rêbazên xwendinê yên PYDê hate lidar xistin

RojavaNews :Li ser daxwaza çend Patiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi sedan welatiyên bajarokê Girkê Legê xwepêşandanek derbarê redkirina rêbazên xwendinê yên ku ji aliyê rêveberiya nav lê tê kirin rêvebriya xweser hatine sepandin lidar xistin.

Di xwepêşandanê de pankart û sloganên wek “rêbazên nû= koçberiyek nû”, “ez dixwazim biçim dibistanê” , “zimanê me nasname meya” ji aliyê xwepêşanderan û xwendekaran ve hatin bilindkirin.

Di wê xwepêşandanê de gelek welatî amdebûn û bi taybetî xwendekarên qunaxa seratayî yên ku ji xwendinê dûr ketine ku bi cilên xwe yên dibistanan  beşdarî xwepêşandanê bûn.

Patiyên siyasî û rêxistinên civakî yên ku wê xwepêşandan birêve birin ewin:

Rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya.

Rêxistina Girkê Legê û Aliyan ya Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriya.

Şaxê Aliyan ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demqratî Kurdistanê – Rojava.

Şaxê Girkê Legê ya Yekîtiya Jinin Kurdistana Sûriya.

Şaxê Girkê Legê ya Yekîtiya Jinin Kurdî li Sûriya.

Nalîn Hesen