Rojava News: Alîgirên partiya yekîtiya Neştîmanî ya kurdistanî êrîş kir ser ciwanekî ji kurdistana Sûriyê piştî eşkerkirina wî ji nerîna xwe li ser semînareke Mela Bextyar berpirsê desteya kar ya ofîsa siyasî ya YNKê ya ku li Berlînê paytexta Elmanyayê hate pêşkêşkirin.
Di vê vedioyeyê de tê diyarkirin ku ciwanê bi nave Îdrîs Ebduelah kiryariyên PYDê û siyasete wê ya şaş red dike û daxwazê ji Mela Bextyar dike ku fişarê li ser PYDê bike ta ku wan kiriyarên xwe yên neberpirsiyar li dijî miletî Kurd rawastînin
Di wê gotina xwe de Îdrîs Ebduelah ji Mela Bextyar re got: "beriya demekê PYDê kongirê xwe li bajarê Rimêlan lidar xist û şandeke ji partiya we têdê beşdar bû û piştre we seredana bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyayê kirin, gelo we êş û azarên xelkê ne dîtin , kiryarên PYD wekû kiryarên Partiya Baas e"
Ciwanê navborî gotinin xew bo Mela Bextyar berdewam kir û got:
Leşkeriya neçar ya ku ji aliyê PYDê û hin hevalbendên wê ragihandibûn dibe sedem ku deverên Kurdan ji xortan vala bibe.
Girtina keçên temenê biçûk bidizî û birina wan berû çeperên şer, ne di berjewendiyên kurdan de ye.
Piraniya xortên ku ji Kurdistana Sûriyayê derketine ji ber biryar û kiriyarên PYDê reviyane ji ber ku PYD ji rêjîma Esed ne baştire.
Yê ku daxwaza demoqratî dike bela bi demoqratî biaxivê, ez ji Kurdistana Sûriya reviyame ji ber PYDê û ez ne hatim bo ez di xweşî de bijîm li Almanyayê.
Daxwaza min ji we ewe ku win fişarê li ser PYDê bike ta ku wan kiriyarên xwe yên neberpirsiyar li dijî miletî Kurd rawastînin
Di dawîyê de alîgirên YNKê ew xort ji hola semîrarê bi zorê derxist.
Nalîn Hesen
