Rojava News: Zarokekî ji Rojavayê Kurdistan ew 40 rojin ji dayik û bavê xwe qutbuye û li navenda ewlehî ya Tirkiyeyê ya Qeyseriyê hatiye ragirtin.
Di pêla koçberiya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ev zarok bi sedemeke nayê zanîn ji malbata xwe dûrketiye û hunda buye.
Piştî ku hûnda bû ji aliyê hêzên polîsê Tirkiye ve li navenda polîsan hatiye ragirtin da kes û karê wî lê xwedî derkevin.
Heta niha tû kes lê xwedî derneketiye.
Zaroka ku navê wî nayê zanîn aniha jî li navenda polîsan ya Qeyseriyê ye, kesên ku ji wî wêneyî wî nas bikî di karin xwe bighînin malbata wî an jî kes û karê wî.
Sînem Bakir
