Rojava News: Serok Erkanê berê yê Tirkiye Îlker Başbuğ got; Di sala 2015a de ihtimala avakirina dewleta kurdî li lutkeyê ye, ji ber wê jî pêviste Turkiye xwa ji vê yekê re amade bikî.
İlker Başbûg di platforma pirozkirina 15emîn salvegera damezrandina Komeleya Karmend û pîşesaziyên Entalyayê (ANSİAD) semînerk bi navê “ Ataturk û polîtîkayên rojhilata navîn” da.
İlker Başbûg di semînerê de got “Tirkiye di pêvajoyên girîng de derbas di bî”
Başbug di semînerê de rojhilatanavîn şibande “bîreke bê binî” û li xwe mikûr hat ku kontrola rojhilatanavîn aniha li jêr destê Amrîkayê ye.
Başbug balkişand ser wê yekê ku “ragihandina dewleta Kurdistanê ne ihtimale ke dûre, dema şerê cihanê yê yekemîn jî Ataturk li ser pirsgirêka Kurdistanê hin lekolîn birêvebiribûn. Beriya Lozanê dema pirsgirêka Misûlê hat guftugohkirin M. Kemal Ataturk got li Iraqê ihtimala avakirina Dewleteka Kurdî heye. Heger li Iraqê dewleta Kurdî bê avakirin vê li ser hemwelatiyên me yê Kurd ji bandore xwe hebê.”
Got; “li Iraqê rewş hatiye ku? Mixabin ez bi dilxemî dibînim û dibêjim ihtimala Dewleta Kurdistanê beriya Sewrê jî hebû û îro li Iraqê ragihandina dewleta Kurdî gihaye lutkeya herî bilind. Êdî ji bo wê pêngavê tenê dem tê pîvan”.
“Dê kîjan welat wê demê bi pîvê? Li rojhilatanavîn Tirkiye û Îraneye . Ger îro her du dewlet qebûlbikin vê dewlet bê ragihandin. Lê aniha her dû welat jî bi tûndî li dijî ragihandina dewleta Kurdistanê ne. Lê ta kî demê? Her wê bê ragihand.”
Başbug got: “Hêza li heremê hakim û kontrolker Emrikaye ye û DYAyê îro hemû siyasetên Rojhilatanavîn beralî dike. Bingehê vê siyasetê çiye? Tewazima hêzan! Ya yekemîn: Ji bo Emrîkayê tewazima hêzan polîtikayeke herî girînge. Ya duyemîn: pêviste di kendawa Hirmûzê de herikandina petrolê raneweste. Ev petrol ji aliyê kî ve tê bikaranîn? Dema mirov lê dinerê Ji nefta ku bi re ya Kendawa Hirmuzê tê neqliyekirin Japonya û Çîn herî zêde sûd digrin. Amerîka çawdari û harestiya aboriya global dike, ji ber ku eger aboriya Çînê berovajî bibê aboriya Amrîkayê jî avûav diçê. Amerika ji aliyekî ve aboriya xwe di parêze ji aliyêdin ve jî ji wê rewşê hêza siyasetê bi destê xwe dixe.
Başbug herweha got; Amerîka di sala 2011a de di aliyê siyasî de çû guhrankariyan lê Tirkiyeyê berê xwe ne da guhrankariyê ev jî ne tevgerek rast bû. Ji ber ku li Sûriyeyê hêza navendî heye, pêviste Tirkiye yî demildest carekedin dest bi hewldanên diplomasî û siyasî bike. Rewşa Sûriyeyê ne başe, ihtimala perçebûnê jî nêzike, dibê ku rewşê ne baş ji bo tirkiyeyê derkevin hole.
Wergerandin: Sînem Bakir
12:45:38
