Afrîn: Du zarokê xwûşik hewla dawî anîna jiyana xwe dan!

Afrîn: Du zarokê xwûşik hewla dawî anîna jiyana xwe dan!

Rojava News:  Li Efrînê doh 27 10 2015a de dû zarokê  xwehê hev bi jahrê dawî bi jiyana xwe anîn.

 

Li Afrînê du keçikên di temenê 13 û 15a de jahr vexwarin ji bo ku dawî bi jiyana xwe bênin, ya mezinî 15e salî di hemen kêlîkê de jiyana xwe ji dest da,   ya biçûkî 13 salî jî  hîna dibin metirsiya   jiyanê de ye.

 

Li gor ku çawkaniyekê ji Rojava News rê da xuyanîkirin;  Li Afrînê  dohî her du xwehê hev  jahr vexwarin da encam bi jiyana xwe bênin. Ya mezin ku temenê wê 15 saliye li cîhê buyerê jiyana xwe ji dest da. Ya biçûk ku temenê wê 13 saliyê hin hewla jiyanê didê, lê rewşa wê dibin metirsiyê de ye.”

 

Heman çawkaniyê got; “Beriya salekê dayika her du keçikan xwe gihande Danîmerkê bajarê  Horsînsê, û her du keçik li Efrînê li benda daxwaza dayika xwe man. Piştî ku dayika wan bi keçika mezin re berî çend rojan li ser telefonê axivî û got “serîladanamin didomê, min hemû belge  radestê dezgehên fermî yê penaberan kirine, lê ji min re gotine 6 heyvêdin dîsa were, ji ber wê yekê jî hatina we 6 heyvêdin vê dirêj bike.”  Piştî vê axivtinê diyare ji ber bê tehamulî û nezanî her dû keçika hewla bi dawi anîna jiyana xwe dan.

 

Hat zanîn dema dayika wan belgeyên xwe radestî dezgehên fermî kirine jê re gotine “ Ji ber ku wergerandina belgeyên tê tunneye 6 mehêdin carekedin were.” Lê mixabin di nav belgeyan de werger jî hebuye, cardin dema serî lêdanê ne guhartine.

 

Keçika mezin beriya  ku jiyana xwe ji dest bi dê ji kesên dora xwe re gotiye “Bila dayikamin li min biborî, ez gelek jê hezdikim”

 

Keçika Afrînî ya 13 salî jî li nexweşxaneya bajar  dibin metirsiya jiyanê de ye.

Sinem Bakir

13:16:20