Rojava News: Li Slowenya keçikek 4 salî ji dayik û bavê xwe qut bu ye û bi pêla penaberan ra bi tenê xwe di Nemsa re derketiye.
Li gor hatiye zanîn keçekek 4 salî dema di ser Tirkî re bi malbata xwe re derbasî Yewnan û piştre jî Slowenya bûn, li wir di gengaşeyeke ku derketiye ji malbata xwe qut bu ye.
Li gor ku çalakwanekî ji Nemsa li ser Facebooka xwe belavkiriye ew keçika 4 salî ku navê wê Lena ye bi pêla penaberan re bi tena xwe derbasî Nemsayê buye.
Her weha wî çalakwanî li ser faceboka xwe jimareya telefonê belavkiriye û bang kiriye ku ” Kî di derbarê vê keça 4 salî de xwedî agahiyekê bê, an malbata wê binasin bila telefonekê bikin, an jî bi dezgehên penaberan yê Nemsa yê re bikevin peywendî.
Li gor hatiye zanîn keçik heta aniha li ser sînorê Nemsa ji alîyê dezgehên Nemsayê ve hatiye ragirtin.
Dewran: 00 43 67 65 01 61 22
Sinem Bakir
11:06:18
