6:16:34 PM
RojavaNews-Şam: Nêzîkî 3 sala ye welatiyê bi navê Remezan Nimir Mihemed ku bi hinceta ku nasnmeya wî ji aliyekî ve hatiye şikandin, ji aliyê ewlehiya Sûriyê ve li rêbendeke ewlehiya Sûiyê li Zebedanî, revandî ye.
Jiyan Mihemed, ku hevjîna Remezan e, ji RojavaNews re raihand ku wan gelek hewl dan ku çarenivîsa Remezan zanibin,lê berpirsên ewlehiyê li Şamê ji wan re gotin êdî li pey çarenivîsa wî negerin, heya niha jî çarenivîsa Remezan nediyar e û kesek tiştekî li ser wî nizane.
Remezan ku bavê 3 zarokan e, ji dayîkbûna sala1985an e û xelkê gundê Xana Serê yê ser bi Dêrikê ve ye û li Şamê weke nator kar dikir.
Piştî Remezan tê revandin, malbata wî vegeriya gundê wî û ji wir jî berê xwe da Herêma Kuristanê, ku niha li kampa Daraşikarnê bi cî dibe.
Rustem Dêrikî
