6:47:22 PM
RojavaNews : Di destpêka avakirina hêza lêşkerên ROJ , ew pêşmerge fêrî hemû corên meşq û rahînan bûn , lê di van şeran de leşkerên ROJ bûn xwedî ezmûneke mezin ji aliyê serbazî ve . lewma ew niha dikarin di her qadekî de şerbikin .
Leşkerên ROJ di van şeran de karîn hebûna xwe diyar bikin û bûn cihê baweriyê li cem gelek aliyan û bi taybet Herêma Kurdistanê lewma ew niha di sengerên herî pêşî yên herêma Kurdistanê de ne û çarenivîsa miletekî li xwe girtine .
Leşkerên ROJ ango pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê , ji keç û xortên Kurdistana Sûriyayê pêktên.
Di sala 2012an de li herêma Kurdistanê ji aliyê pisporên serbazî yên Herêma Kurdistanê ve hat avakirin , ji bo ku bergiriyê di ber xaka kurdistana Sûriyayê de bikin.
Lê dema êrîşa rêxistina DAIŞ li ser Herêma Kurdistanê leşkerên ROJ jî mil bi milê pêşmergeyên herêma Kurdistanê beşdarî şeran bû n û bi qaramanî di sengerên herî pêşiyê de şer kirin .
Moqedem Cemal Omer Hesen fermanderekî hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ye , ku ji despêkê ve di yek sengerî bi leşkerên ROJ re şerê rêxistina DAIŞ dikin .
Moqedem Cemal Omer dibêje ku leşkerên ROJ di her şerekî û li her deverekî li herêma Kurdistana Şer kiriye û tim serkeftin bi dest xwe ve anîne .
Herweha Moqedem Cemal Omer Hesen diyarkir ku Leşkerên ROJ di maweyî 4 salan ji meşeq û rahînanê , fêrî bi karanîn hemû corên çekdan bû û bi taybet ku ew beşdarî şerên rastoxo bûne û çekên herî pêşketî bi di wan şeran de bi karanîne.
Herweha Pêşmergeyê Kurdistana Sûriyê Mihemed Morad got
Leşkerên ROJ di şerê rêxistina DAIŞ de karî bide xuyakirin ku ew hêzeke qaremane ku Niha bi sedan K.M ji deverên herêma Kurdistanê di bin kontrola wan dene .
Helebce Sedon
