RojavaNews-Amûdê: Komîta amadekar a Mîhrecana helbesta kurdî ragihand ku mîhrecan roja Înê di 30\10\2015an de li Hola Seyran a li Bajarê Amûdê despê dike.
Endamê komîta amadekar, Emer Ismaîl, ji RojavaNews re ragihand ku di Mîhrecanê de 65 helbestvan ji tevahiya Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin ku ew tenê rojekê dirêj dike.
Salane ev mîhrecan ji 20 salan ve, bi beşdarbûna bi dehan ji helbestvanên kurd, tê lidarxistin.
Rêdûr Qamîşilokî
