Rojava News: Dohî Asayişa Rojava ku wek Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê naskirin, li bajarê Til Temir li Rojavayê Kurdistanê ofîsa Partiya Yekîtiya Kurdî bi hinceta ku wan muhlet wernegirtine daxistin.
Endamê Komite ya Navendî Ya Partiya Yekitiya Kurdî Behçet Şêxo ji rojava News re ragihand ku ; “Endamên Asayişa PYDê berî rojekê hatin ji me re bi devkî gotin muhleta we tunneye êmê 24 demjimêrê din pêviste hun ofîsa xwe bigrin, û rojadin yanî, 29ê cotmehê hatin ofîsa me daxistin.”
Li gor hatiye zanîn li Til Temerê gelek ofîsêdin jî hene ku muhleta wan tunneye, lê hêşta ew danexistine.
