Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka kiriye û di wê hevdîtinê de şanda Amerîka ji Serok Barzanî re gotiye ku, Amerîka deyindarê qurbanîdana Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan da ye.
Li gor ku Malpera KDP info belavkiriye; Şevê din li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên serbaziyên artêşa Amerîka pêkhatibûn.
Li gor nuçeyê; Di hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka balkişand li ser hengavên serketiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku bandoreke zêde li ser pêşketina şerê dijî terorîstên DAIŞ li hemû bereyan da hebûye û behsa qurbanîdana Pêşmerge kiriye û ragihandiye ku Amerîka deyindarê qurbanîdana hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan da ye.
Li gor heman nuçeyê; û hemen berbirsî Operasyona rizgarkirina dîlgirtiyên li Hewîce û wê yekê xisterû ku ew operasyona hevbeşa artêşa Amerîka û hêzên taybetiyên Pêşmerge derxistina asta bilinda hemahengî û baweriya di navbera hêzên her dû aliyane û destxweşiyê jî li fermandeyên wê operasyona serketî kir û tekez li wê yekê kir ku asoyekî gelek ronak ji bo paşaroj û serkeftinên hêzên Pêşmerge li holê daye.
Li beranber da Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî behsa wan destkeft û serkeftinan kir ku li dijî terorîstên DAIŞ bi dest hatine û wê yekê dûpat kir ku bi qurbanîdana Pêşmerge û palpiştiya hevpeymanan ku temamkarê hevdû ne serkeftinan tomar kirine.
Mesûd Barzanî behsa operasyona Hewîce jî kiriye û balkişandiye li ser wê yekê ku ew operasyone werçerxanek bû li şerê dijî DAIŞ û lûtkeya bawerî û hemahengiya serketiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Amerîka bû ku bûye sedema rizgarkirina jiyana heftih kesên li destên DAIŞ û zebirekî bi bandor jî bû li nav û dengê DAIŞ.
Di civînê de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet, Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ye.
13:07:31
