NATO: Pêwîste welatên navçeyê bi erkê xwe rabin!

NATO: Pêwîste welatên navçeyê bi erkê xwe rabin!

Rojava News: Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmûsen ragihand ku:  Eger  tê xwestin  Sûriye ji terorîstan bê paqijkirin divê hêzek ji erdî bişînin vî welatî û got ev hêz jî divê ji aliyê dewletên herêmê ve bê amadekirin.

 

Sekreterê Girştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmûsen  ragihand ku ji bo Sûriyeyê  ji terorîstan bê paqijkirin divê hêzek ji erdî bişînin vî welatî û got ev hêz jî divê ji aliyê dewletên herêmê ve bê amadekirin.

 

Li gor nuçeya daketiye ser Basnewsê: Sekreterê Giştî yê Peymana Bakûrê Atlantîsê (NATO) Anders Fogh Rasmûsen di hevpeyvînekê de li gel kanala CNN got: ‘’Ez nabêjim bila hêzek ji rojava bişînin Sûriyê. Jiber ku li gor nêrîna min pêwîste welatên navçeyê bi erkê xwe rabin. Artêşekî ji erdî ve bişînin Sûriyê.’’

 

Rasmûsen di berdewama axaftina xwe de got: ‘’Tu dikarî bi êrîşên esmanî gelek tiştan bikî. Lê nikarî hebûna hemû komên terorîstî jinav bibî û çareyekê ji Sûriyê re bibînî. Ji lewra pêwîst dike ku hêzek erdî here Sûriyê.’’

 

Sekreterê Giştî yê NATO’yê derbarê wê hêzê de jî got: ‘’Ez rasterast ti artêşekî destnîşan nakim. Lê bi dilniyayî Siûdiye, welatên Kendavê, herwiha Tirkiye jî bijardeyek pir başe bo hevpeymaniyek wiha.’’

 

Rasmûsen diyar kirk u jibo Sûriyê û Iraqê pêwîstî bi stratejiyek nû heye û got: ‘’Divê di serî de em pişta xwe bidin çareseriya siyasî. Li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Divê hevpeymanên me jî piştrast bin ku em bo wan hevpeymanên baş in. Jiber ku eger wiha nebe dê valatiyek derbikeve.’’