1480 penaberê kobanî vegeriyan malên xwe

1480 penaberê kobanî vegeriyan malên xwe

Rojava News: Dohî   zêdetirî  1480  welatiyên Kobanê bi rêya Deriyê Sînor yê Mûrşid Pinar ya di  navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê Kobanê de vegeriyan  malên xwe.

 

Kobaniyên ku ji ber êrîşên terorîstên DAIŞ’ê  ji  Kobanê koçber bibûn ev demeke vegera wan jib o xak û ware xwe berdeawame.

 

Her hefte  roja Duşem û Pênşemê  welatiyên Kobanê di Deriyê Murşid Pinarê yê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê  re vedigerin.

 

Li gorî amarên fermî yên dohî zêdetirî 1480 welatiyên Kobanî di derî re derbasî  Kobanê bûn.