Rojava News: 14 penaberên Rojavayê Kurdistanê ku jin û zarok jî tê de hene, li nêzîkî grava Yûnanê ji doh ve asê mane.
Li gor ku çalakvane kî ji Rojava News re da xuyanîkirin; 14 kesan ji Rojavayê Kurdistanê ku ji bajarê Hesekê û Amûdêne, û di navde jin û zarok jî hene ji aliyê kaçakçiyên mirovan ve li grava Basasê ya girêday bi grava guisssê danine. Û ew grava Basasê grave ke bê mirov û bê jiyane.”
Herweha heman çalakvanî got; “14 penaberê Rojavayê Kurdistanê ji dohî ve bê nan û avin, zarokên li ber şîr jî di navde hene.
Hat zanîn qaçakçiyan ji wan re gotiye dengê xwe bibin ewlehiya Peravê Yûnanî wê werin bi we ve. Lê belê Ewlehiya Perava Yunan alikari hê nedaya wa û gotine bo Tirkiye vegerin.
Li gor ku wî çalakvanî daye xuyanîkirin; Rewşa seqayê ne başe, pêlên bexrê bilindin, û jiyana wan penaberan dibin metiriyê de ye.
Heman çalakvanî hewl daye da karibî xwe bighîne dezgehên ku bi mafê mirovan ve radibin, da alikariyê ke ji wan kesê ku asê ma ne re bighînin.
Sinem Bakir
10:48:03
