Rojava News: Amerîkayê ragihand, ku dê hêzeke taybet a leşkerî bişîne Rojava û Başûrê Kurdistanê.
Li gor çend çavkaniyên medyayî dê ew hêza leşekrî ya amerîkî ji pispor û şêwirmendên leşkerî pêk bê û dê alîkariyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku çend roj berî niha hat avakirin.
Çavkaniyekê pilebilind ê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) di vê bareyê de ragihandiye, Serokê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê Barack Obama rê bi şandina çend yekîneyên taybet ên leşkerî bo bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê daye.
Di medyaya cîhanî de hatiye gotin, ku dê rayedarên Washingtonê wê yekê dê aşkere bikin.
