Koşka Sipî şandina hêzê bo Rojavayê Kurdistanê bi fermî ragehand

Koşka Sipî şandina hêzê bo Rojavayê Kurdistanê bi fermî ragehand

Rojava News: Rojava News: Amerîka Berdevkê Fermî yê Koşka Sipî  daxuyand ku “ Amerîka biryar daye ku hêzêk taybet bişîne Sûriyê.

 

Berî niha ew nûçe ji aliyê çend berpirsekî Amerîkî hatibû ragehandin, lêbelê Koşka Sipî bi fermî ev nûçe pişterast kir ku dê hêzên ku biçin vê piştgirî û şewirmendiya hêzên li dijî DAİŞê şer dikin bikin.

 

Li gor daxuyaniya berdevkê koşka spi “Amerîka nêzîkî  50 efserî bişîne navçeyên di bin kontirola Kurdan de,  da şewirmendiyê bikin.

 

Di heman demê de Siyasetmedarê Amerîkî bilind yê berê Retshard Has ragehandiye ku şandina hêzê ji aliyê Amerîka bo Sûriyê wî welatî dabeş dike bo 6 navçeyan navçeyekê jê bo Kurdane. Herwiha gotiye: “Şandina hêzek Amerîkî bo Sûriyê guhertinek bigehîniye di siyaseta Amerîka de.”