Afrîn: Ehrar El Şam dû pasê rêviyên Kurda revandin!

Afrîn: Ehrar El Şam dû pasê rêviyên Kurda revandin!

Rojava News: Li ser rê ya Heleb û Efrînê hin welatiyên Efrînî ji aliyên rêxistine terorîstî çekdarên  Ehrar el el Şam hatin revandin.

 

Doh 31ê cotmeha 2015a 2 pasê  welatiyên Efrînê dema  ji Helebê vedigeriyan malên xwe,  li ser rê ya Tel Refaat   ji aliyê çekdarên  rêxistina terorîstî   Ehrar El Şam ve hatin sekinandin û  reviyê  di nava pasê de tev revandin ber bi cihekî ne diyar ve.

Hat zanîn 3 jin û şiforê pasa serbest hatine berdan.   

 

Lê nayê zanîn di her du pasan de çend kes hene, û navên wa çi ne.

 

Li gor zanyariyan; Kêsên di  her dû pasan de  Kurdê Afrînêne,  nişteciyê  Helebê  taxa Şêxmeqsûdê ne. Û ji ber rewşa ne baş ya Şêxmeqsûdxwestin xwe bighînin Afrînê. Eva demeke dirêje êrîşên DAİŞê li ser deverê bi dijwarî didomê.

 

Tê zanîn herêma Afrînê  ev dû sala dibin dorpeç û êrîşên rêxistinên tundrew yê İslamî  û herdû rêxistine terorîstî DAİŞ û Cephet el Nusra de ye.

 

Sşnem Bakir

13:04:58