TilBirak.. çekdarên Ereb yên bi ser PYDê ve dest danîn li ser malên xelkê

TilBirak.. çekdarên Ereb yên bi ser PYDê ve dest danîn li ser malên xelkê

Rojava News: Duh çekdarên Ereb yên bi ser PYDê ve dest danîn li ser malên xelkê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku piştî kontirolkirina gundê Elwediyê ji aliyê çekdarên PYDê ve, wan çekdaran dest danîn li ser malên welatiyan û malbatên çekdarên xwe li wan malan bi cih kirin.

Li gor heman agahiyan ku xwedanên wan malan ji ber terorîstên DAIŞê reviyan bûn û piştî gundê wan ji destê terorîstên DAIŞê hat derxistin çekdarên Ereb yên bi ser PYDê dest danîn li ser malên wan.

Hêjayê gotinê ku gundê Elwediyê 10 km dikeve bakurî rojavayî bajarokê TilBirakê û hemû nişteciyên wê kurdin.