li Efrînê Komela Bûhar dest bi belgekirina awayên (IYCF) kir

li Efrînê Komela Bûhar dest bi belgekirina awayên (IYCF) kir

Rojava News: Komela Bûhar ya Hewarcûnê bi alîkariya rêxistina navdewelatî ya tenduristiyê dest bi belgekirina awayên xwarindina zarokên biçûk û yên şîrmij (IYCF) li Efrînê kir.

Mihemed Şakir berpirsê tenduristiyê di komela navborî de ji Rojava News re got :"Ev pirogiram wê 11 hezar zarok vehewîne, û armanc ji vê pirogiramî belgekirina awayên xwarindina zarokên şîrmij û zarokên biçûk yên temenê wan jêr 5 salî ne û nerxandina wan awayan û derxisrtina hemû awayên ku pêwîstiyê wan bi çareseriyê hebe".

Navborî lêzêde kir ku di vê kampaniyê de wê çend semînar bo hûşyarkirin dayikan  jî hebin.

 Hêjayê gortinê ku di meha borî de Komela Bûhar xûleke perwerdeyê ji çend kesan re derbarê pirogiramê awayên xwarindina zarokên biçûk û yên şîrmij (IYCF)  vekirbû.

Nalîn Hesen