Rojava News: Ji duh ve ,li kampa Basirma ya penaberên Kurdistana Sûriya li Hewlêrê bi sponseriya rêxistina Tenduristiya navdewletî Kampaniya aşlekirinê li dijî nexweşiya kolera dest pê kir.
Mihemed Xelîl Ebdelkerîm endamê rêveberiya encumena kampê ji Rojava News re got ku:" Ji duh ve ,li kampa Basirma Kampaniya aşlekirinê li dijî nexweşiya kolera dest pê kir û ev kampanî ta 3ê rojan dê berdewam bike".
navborî herweha got jî:" kampaniya aşlekirinê li dijî nexweşiya kolera bi sponseriya rêxistina Tenduristiya navdewletî ye û bi alîkariya hemû rêxistinin di nava kampê de ye û derziya parastinê ji nexweşiya kolera li hemû kesên ku temenê wan zêdetirî salekê be dixin".
Kampa Basirma 50 km dûrî Hewlêra paytext e û tedê zêdertirî ji 3000 penaberên Kurdistana Sûriyayê dijîn.
Nalîn Hesen
