TEVDEM dibêje ew nikare bi tena xwe parastina deverê bikin

TEVDEM dibêje ew nikare bi tena xwe parastina deverê bikin

8:49:33 PM

 

RojavaNews : Bo cara yekemîn Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem itraf dike ku ew bi tena xwe nikare bergiriyê di ber deverê de bike , lê şûna ew bangê li birayên xwe yên Kurd yên ku berî niha rêkeftin bi wan re îmzekirîn û niha amade ne ji bo bergiriyê di ber xaka xwe de bikin , Tev-Dem bang li hozên Ereban û aliyên siyasî kirin ji bo ku hêzeke Siyasî û leşkerî avabikin ji bo rewatiyeke navdewletî bidin hêza Sûriyaya Demokratîk ya ku hêza wan jî beşek ji wê hêzêne .

 Serokê hevbeş yê encumena Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem li bajarê Kobanê Ehmed Şêxo ragihand ku ta hêza Sûriyaya Demokratîk rewatiyeke navdewletî werbigre dive ku hêzeke siyasî ku hemû pêkhatiyên deverê li xwe bigre were avakirin .

Di hevdîtinekî de li gel ajansa Hewar ya bi ser PYDê ve Ehmed Şêxo got niha miletê Sûrî pêwîstiya wê bi hêzekî heye ku nûneratiya wan bike û bergiryê di ber wan de bikin .

Şêxo herweha got raste niha Sûriya pêwîsiya wê bi hêzek leşkerî heye lê divê hêza siyasî jî were avakirin , ji ber ku herdu alî hevdu temam dikin .

Şêxo bang li hemû hozên Ereban û aliyên siyasî kirin ku piştgiriya hêzên Sûriyaya Demokratîk bikin û hêzeke siyasî hevbeş avabikin ji bo standina rewatiyeke navdewletî .

Berî niha Tev-Dem û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyayê çend rêkeftin bi hevre imzekiribûn ji bo avakirina hezeke siyasî û leşkerî hevbeş li rojavayê Kurdistanê , lê tevî ku ENKSê xwedî hêzek siyasiye û bi hezaran pêşmerge jî hene lê Tev-Dem ew rêkeftin binpêkirin bi behaneya ku ew qebûl nake hezeke din ji bilî YPGê bergiriyê di ber rojavayê Kurdistanê de bike .

Di dema ku Tev-dem bang dike ji bo ku pêkhatiyê deverê piştgiriya hêzên Sûriyaya Demokratî ya ku hêzên wê jî beşek ji wê hêzêye bike lê di heman demê de berdevkê fermî yê wê hêzê Lewend Rojava, dibêje ku her hêzek bixwaze axa Rojavayê Kurdistanê biparêze divê di nava refên YPG de û di bin siya wan de şer bike . navbûrî herweha dibêje ku YPG amade ye bi her hêzeke ereb, tukrmen û aşûriyan re hevkarî û lihevhatinan bike, lê ji bo pirsa Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê hênceta dabeşkirina civakê derdixe .