Hewlêrê.. qunsilê Birîtanî pêşwaziya şandeke ji nunergeha Hewlêrê ya ENKS kir

Hewlêrê.. qunsilê Birîtanî pêşwaziya şandeke ji nunergeha Hewlêrê ya ENKS kir

Rojava News: Îro li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê qunsilê Birîtanî pêşwazî li şandekê ji nunergeha Hewlêrê ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriya kir.

Saîd Omer berpirsê ofîca peywendiyên niştîmanî yê PDK-Sê li Hewlerê di lêdwanekê taybet bo Rojava News re got:" îro li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê Qunsilê Birîtanî pêşwazî li şandekê ji nunertiya Hewlêrê ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriya kir".

Navborî herweha got :" şanda encûmenê ji her yek ji Ebdil hekîm Beşar endamê ofîca siyasî ya Partiya Demqrata Kurdistana Sûriya , Cedan Elî berpirsê nunergeha Hewlêrê ya ENKSê,her weha Saîd Omer berpirsê ofîca peywendiyên niştîmanî yê PDK-Sê li Hewlerê û  Kawa Ezîzî endamê Komîteya navandî ya PDK-Sê pêk dihat".

Saîd Omer da xuyakirin ku di wê civînê de behsa rewşa siyasî ya vê dawiyê li Sûriyayê bi giştî û li Kurdistana Sûriya bi taybetî , û behsa doza Kurdî hate kirin, herweha rêgiriya derbasbûna şanda ENKSê bo Herêma Kurdistanê ji aliyê PYDê beşek din ji wê civînê bû.

Nalîn Hesen