Bernameya dozîne (Doktora) ya Kurdî li Amedê!

Bernameya dozîne (Doktora) ya Kurdî li Amedê!

Rojava News: Li Tirkiye care yekemîne bernama dozîneya(Doktora) bi zimanê  Kurdî  li Zaningeha Dicle ya Amedê vebû. Yek jê Kurdek ji herêma Kurdistanê, bi giştî 5 xwendkar hatin wergirtin.

 

Piştî pevajoya çareseriyê di serî de Zaningeha Artuklu ya Merdînê bi zimanê Kurdî, lîsansên bilind, serlîsans di lekolînê zanistî, çandî, dîrokî pedegojîyê de pêşxist û gelek hêman gihandin. Aniha jî cara yekemînê ku Li zaningeha Dicleyê bernama dozîneya bi zimanê  Kurdî  hat vekirin.

 

Ji bo bernameya Dozîneya  kurdî 19 de xwendekara serî lê da, niha tenê 5 kes hatin wergirtin. Yek jê ji herêma Kurdistanê bajarê Hewlerê ye.

 

Birevebirê Ekedemiya Zanistê komelayetî Prof. Hesan Karacan got; Zimanê Kurdî di aliyê ilmî de hatiye piştgohkirin.

 

Herweha got “Zimanê Kurdî heta niha wek baskek ji zimanê Fersî dihat nasandin. Lê niha civak û rayederên fermî jî êdî girîngiyekî didin zimanê Kurdî. Ew bernameya Dozîneya (Doktora) Kurdî dê 3ê sala bidomê, û kesên ji wir derkevin dê bibin wek pisporê ilmî yê zimanê Kurdî.

 

Hesan Karacan got; Li Zaningeha  Enqera di beşê Ziman û Dîrok de nêzîka 20 zimanî tê lekolînkirin, ez bawerim dê zimanê Kurdî jî bi bê yek ji wan zimana.

 

Wergerandin ji el cezîre: Sînem Bakir