Rojava News: Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-Sê Ebdilbasid Hemo got: "Hêzên Sûriya Demokratîk bi qewîtiya rejîma Esed hatine avakirin, da ku rola Kurdan li deverê kêm bikin,û rejîma Esed nahêle ku Kurd bibin yek".
Ebdilbasid Hemo ji programa ARK re lêzêde kir:"Rejîma Esed û hevalbendên xwe israr li ser avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk kirine da ku bedîlekî ji Kurdan re bibînin, ji bo ku deverê bixin jêr kontrola xwe de".
Hemo diyarkir ku Îran û rejîma Esed nahêlin ku PYDê bi hemû aliyên Kurdî re bighêje rêkeftinê û rejîma Esed dixwaze ku Kurd jihev bikevin û dazanîn ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi tena serê xwe nikare bergiriyê di ber Kurdistana Sûriyê de bike.
Kurdo Sorkî
