Hewlêr: Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li Kempa Basirmeyê jiyana xwe bi dawî anî!

Hewlêr: Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li Kempa Basirmeyê jiyana xwe bi dawî anî!

Rojava News: Penaberê kî  ji  Suriyeyê li Kempa Basirmeyê ya bi ser bajarê  Hewlêrê xwe bidarvekir û jiyana xwe bi dawî kir.

 

Li gor ku endamê encumena Kempa  Basirme ji Rojava News re ragihandiye; Kesê  bi navê Îmad yê temen 30 salî doh li kempa Basirmeyê bi sedemên ku nayê zanîn xwe darvekir, û jiyana xwe bi dawî kir.

 

Çawkaniyê  weha got ; İmad bavê 2 zarokaye xelkê Şamê ye, hevjina wî kurdekî nişteciyê Şamê ji malbata El Kurdî ye, piştî buyerên Suriyeyê rudanê ew jî avarebûne û ev  4 salin li herêma Kurdistanê li kempa Basirmeyê penaberin.

 

Li gor agahiyên ji encumenê Kempa Basirme hatine wergirtin, Di derbarê xwe darvekirina İmad de tiştekî zelal nehtiye wergirtin, lê belê esayîşa Şeqlawa li gel hevjîna wî  lêpirsînê didomînê.

 

Sinem Bakir