12:09:29 AM
RojavaNews_Dêrik: Bi hilkefta çaremîn salvegera koçkirina helbestvanê nemir EMERÊ LALÊ îro(6.11.2015) li hola partiya yekîtî li bajarokê dêrikê ev bîranîn hate li darxistin, bi amadebûna Encûmana Niştîmaniya Kurdî û partiyên siyasî û saziyên çivaka sivîl û kedayetî û rewşenbîr û nivîskar û gelek ji miletên me yên devera Dêrikê û Girkê legê û dewr û berên wê.
Ev aheng weha bi rêve çû destbêkê helbestvan Lorîyê Tildarî axivî bi xêrhatin mêvana kir û bîstikek bê deng li ser canê Emerê Lalê û şehîdên kurd û kurdistanê hate seknandin û paşî mamoste Xoce li ser jiyana Helbestvan Emerê Lalê axivî û got:" jiyana wî di koc û koçberyê de derbas biye di kurdîtî û welatparêziyê de û xizmeta gel û welat û tore û helbestê de derbaskiriye û jiyana xwe terxanî xizmeta gel û welat kirye".
paşê gotina ENKS ji layê mamoste Mihemed sibêhve hate xwendin, paşî heryek ji van helbestvana helbestê xwe xwendin : Bavê Fener ,Bavê Kawa ,Ciwan Dêrkî, Bavê Adil ,Welat Şêro ,Elî Çelexe ,Emer Simaîl, Bihara Eynî , Salih Bavê şewqî ,M.Şerîf Binxetî,Îbo can ,Gulçin omer ,Xorşîd Botî ,Hesen Ebdurehman ,Bavê Şivan ,paşî Komîta Mafê Mirova Maf mamoste M.Xelîl Eyob xelata rêzgirtinê diyarî helbestvanê nemir kir ji layê malbata helbestvan Emerê Lalê hate wergirtin.
di dawiyêde gotina malbatê ji layê Hişyarê Emerê Lalê ve hate xwendin bi xêrhatina mêvana kir û rola helbestvan di deverê de da xuyakirin her yek ji xelkên deverê bîranînên wî bi Emerê Lalê re hene yek ji vî miletiye ji lewre me xwestem em bîranîna wî li Dêrikê li darxin ji bo xelkê Dêrikêjî wî li bîra xwe bînin û helbestek ya Emêrê Lalê xwend bi vî rengî ev helkeft bi dawî bî.
Rûstem Dêrikî
