PYDê serkirdeyên PDK-Sê digre da ku mangirtinan rawestîne

PYDê serkirdeyên PDK-Sê digre da ku mangirtinan rawestîne

Rojava News :Duh roja Yekşemê çekdarên PYDê 3 serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistana Sûriyê girtin.

Jêderek taybet ji Rojava News re got :"çekdarên PYDê her yek ji Mihemed Elî yê tê naskirin bi bavê Nado endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê , Besê Ebdê endama komîteya navendî ya PDK-Sê , herweha Omer Ismaîl endamê komîteya Herêmî ya PDK-Sê li bajarê Dêrikê girtin û piştî çend demjimêran ji girtina wan serbest hatin berdan".

Li gorî heman jêderî ku çekdarên PYDê ew girtibûn da ku peymannameyekê bi wan re îmze bike bo ku dernekevin mangirtina ku biryayre sibê demjimêr 9 sibehê li Dêrikê birêve biçe lê ew peymanname îmze nekirin .

Tê zanîn ku biryaye sibê demjimêr 9sibehê li bajarê Dêrikê mangirtinek li dijî siyaset û kiryarên PYDê ji aliyelê ENKSê birêve biçe.

Nalîn Hesen