Rojava News : Li ser daxwaza ENKSê li bajarokê Çilaxe xwepêşandanek hat lidarxistin,lê ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk hate astengkirin.
Malpera fermî ya Partiya Demqrata Kurdistana Sûriya belav kir ku duh, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Çilaxe xwepêşandanek ji bo protestokirina programên xwendinê yên ku ji aliyê PYDê ve hatine ferizkirin, hat lidarxistin.
Xwepêşanderan xwestin xwe bigihînin bazara wî bajarokî, lê çekdarên PYDê rê li ber wan girt.
