Mihsin Tahir :ENK-Sê li ser mangirtinên xwe li dijî kiryarên PYDê berdewam be ta PYDê kiryarên xwe li dijî miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê rawestînin.

Mihsin Tahir :ENK-Sê li ser mangirtinên xwe li dijî kiryarên PYDê berdewam be ta PYDê kiryarên xwe li dijî miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê rawestînin.

Rojava News: Endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê Mihsin Tahir ragihand ku wê ENK-Sê li ser mangirtinên xwe li dijî kiryarên PYDê berdewam be ta PYDê kiryarên xwe li dijî miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê rawestîne.

Mihsin Tahir Endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê di lêdwaneke taybet bo Rojava News re got:" Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê  hewl dide ku çalakî xwe li her deverekê li dijî kiriyarên PYDê birêve bibe, û ev kiriyar dibin sedem ku miletê me koçber bibin û deverê me vala bibin  û eger miletê me xaka xwe bihêlin, wê demê edê mafê kurd li Sûriyê dikeve metirsiyê de û ji ber vê yekê jî ENKSê bi erkê xwe radibe bi şêweyekî demoqratik hember van kiryar û bûyarn û yek ji wan kiryaran duh li çilaxa pyd bi hemû çekdarên xwe kar kirin ku rê li ber xwepêşandana Enksê bigre û xelk tirsandin û rê hemu girtin û bi taybet riyên gundan û xelk ji otombîlan daxistin lê tevî vê yekê jî bi hezaran xelk tevlî çalakiyê bûn".

Navborî berdewam kir û got:" her weha PYDê çend alîgirên xwe ku alê wan hildabûn anîn cihê xwepêşandanê û xwestin wan tevlî xwepêşanderan bikin ta ku şer û pevçûn di navbera wan de çê bibe lê alîgirên ENKSê ne hiştin ku ev yek bibe sedema nexweşiyê di navbera civaka kurdî de û herweha PYDê xortek girt lê piştî  çend demjimêran serbest hate berdan".

Û derbarî girtina serkirdeyên PDK-Sê duh ji aliyê PYDê endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê Mihsin Tahir got :" ev kiryar dijî demoqartî ye  û li dijî berjewendiyên miletê Kurd ye ,tevî ku mangirtin ji aliyê ENK-Sê têne  birêvebirin û ne ji aliyê partiyekê tenê ye  lê PYDê derngî şevê serkirdeyên partiya me girtin dibe navendên asayîşê, lê tevî vê yekê jî emê her berdewam bin li ser çalakiyên xwe ta ku PYDê kiryarên xwe rawestînin".

Nalîn Hesen