Kewirkosik..70 malbat konê xwe bicih hiştin ji ber baranê

Kewirkosik..70 malbat konê xwe bicih hiştin ji ber baranê

Rojava News: Îro vê sibehê baranek zêde li kampa Kewirkoskê li  Hewlêrê barî û gelek ziyan gihişte konên penaberan.

Yek ji penaberên ku li wê kampê dimîne ji Rojava News re got :" ji ber barana vê sibehê zêdetirî ji 70 malbatî konê xwe bicih hiştin ji ber ku tije baran bû".

Di dawî wî penaberî tekez kir ku tevî gelek rêxistin li kampê hene li ew di xwe de ne.

Kampa Kewirkoskê derdora 30 km dûrî Hewlêrê ye û derdora 2400 malbatî têde dijîn.

Nalîn Hesen