Rojava News: Duh roja Yekşemê du amîrên rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê li gundewarên Hesekê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku duh balafirên hevpeymaniya navdewletî navendên DAIŞê li derdora Holê li gundewarên Hesekê bombebaran kirin û di encam de dû amîrên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî heman agahiyam ku yek ji wan amîrê leşkerî yê gundê Buheyre bû û navê wî Abo Xalid Eltonsî bû û yê din amîrê Holê bû û nave wî Abo Xetab Elîraqî bû.
Herweha balafirên hevpeymaniyê derdora Gola Elxatoniyê ya bi ser Holê ve bombebaran kirin û di encam de 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Nalîn Hesen
