Rojava News: Balafirên şer ên hêzên hevpeyman êrişî çeperên DAIŞê li her du deverên Hol û Til Temirê li Kurdistana Sûriyê kirin.
Malpera fermî ya PDK-Sê ragihand ku şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokrat li heman deverê diqewime ku di heman demê de balafirên hevpeymanan ew dever topbaran dikirin.
Herweha û li gorî heman malperê ku di encama wê topbaranê de 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku di nava wan de serkirdeyekî meydanî heye.
