DAIŞê gundek li Girê Spî topbaran kir

DAIŞê gundek li Girê Spî topbaran kir

Rojava News: Duh rêxistina terorîst ya bi nave DAIŞê gundek li Girê Spî li Kurdistana Sûriyê topbaran kir û di encam de kuştî û birînder hene.

Li gorî agahiyên hatina bidestxistin ku Duh rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê gundê Sexret Elbd Şêx  li gundewarên Girê Spî li Kurdistana Sûriyê bi giranî topbaran kir û di encam de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û welatiyêkî din jî birînder bû.

Li gorî heman agahiyan ku piraniya topan li zeviyên gundiyan ketin di dema ku kar di nava zeviyên xwe dikirin û di encam de her yek ji Mihemd Elsalo, Hisên Îdan, Xalid Elhemod û hesen Îdan jiyana xwe ji dest dan, herweha welatiyê bi navê Xalid Elsalo bi giranî birîndar bû û hate veguhestin bo nexweşxanyên Kurdistana Tirkiyê .

Gundê Sexret Elbd Şêx  25 km dûrî bajarê Girê Spî ye.

Nalîn Hesen