Girkê Legê.. PYDê êrîşî civîneke rêxistinî ya PDK-Sê kir

Girkê Legê.. PYDê êrîşî civîneke rêxistinî ya PDK-Sê kir

Rojava News: Çekdarên PYD avêtin ser civîneke rêxistinî ya rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya li gundê Mestfawiya.

Li gorî agahiyan, duh  Çekdarên PYD avêtin ser civîneke rêxistinî ya rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya li gundê Mestfawiya û kesên ku di civînê de beşdar bibûn hatin girtin bi hincenta ku mulet wernegirtina ta ku civîna xwe lidar bixin.

Li gorî heman agahiyan ku ew kesên girtî ew in: endamê komîteya Herêmî ya PDK-Sê Mişal Ebdû Bavê Nehla û her yek ji Riyad Qasim, Ciwan Alawî, Hesen Xalid, Sebrî, Rakan Ehmed, Midiya Ebas û Rêbîn Ehmed endamên PDK-Sê li Girkê Legê.

Ji bo vê yekê jî rêxistina Girkê Legê ya PDK-Sê daxyaniyek belav kir û têde ev kiriyar şermezar kir û daxwaz ji PYD kir ku bi zûtirîn dema endamên wan serbest berdan û van kiryarên neberpirsiyar derheqê miletê Kurd li Kurdistanan Sûriyê rawastînin.

Nalîn Hesen