Operasyona rizgarkirina Şingalê dest pê kir

Operasyona rizgarkirina Şingalê dest pê kir

Rojava News: Operasyona rizgarkirina bajarê Şingalê îro dest pê kir.

Peyamnêra Radyoya Rojava li Şingalê  ragihand ku, operasyona rizgarkirina Şingalê îro sere sibehê dest pê kir û zêdetirî ji 20 hezar pêşmerge di wê opersiyonê de beşdar bûne û di nava wan de jî pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê jî hene.

Li gorî Peyamnêra me ku serokê Herêma Kurdistanê rate rast serperştiya wê operasiyonê de dike.

Peyamnêra Radyoya Rojava li Şingalê her wiha da zanîn, balafirên hevpeymanan jî bi berdewamî li  DAIŞê didin.

Nalîn Hesen