Rojava News: 3 pêşmergeyên kurdistana Sûriyê di oprasiyuna rizgarkirina şingalê de şehîd ketin.
Li gor zaniyaryên Rojava News , 3 pêşmergeyên kurdistana Sûriyê li gundê Golat di oprasiyuna rizgarkirina şingalê de şehîd ketin.
Pêşmergeyên şehîd ketin ew in Mihsin Mîranî ji bajarê Dêrikê û Ahmed Bozan Ibrahîm ji Amûdê û Şêrzad Mesûm ji Qamişlo.
Îro operasiyona rizgarkirina şingalê bi serpirştiya serok Mesûd Barzanî destpê kir û bi sedan pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê têde beşdar bûn.
Nalîn Hesen
