Rojava News: Bi amadebûna serokê encumena niştîmanya kurd li sûryê Îbrahîm Biro û bi hezaran ji penaberên kurdistana Sûriyê yên li kampa Domîz û faydê dimînin, herweha serkirdayetiya partya Demoqrata Kurdistan Sûriya û bi pêşwazya Şewket Berbuharî berpirsê xala sînroy ya Fêşxabûrê merasîmên oxirkirna herdû şehîdên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê Ehmid Qiço û Şêrzad Masûm ku di operasiyona rizgarkirina Şingalê de şehdibûn , hat ldarxistin .
û pîştî derbasbûna cenazeyên herdû şehîdan bo Kurdistana Sûriyê bi hezaran xelkên bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê pêşwaziya cenezeyê kirin, lê li bajarokê Tirbesipyê çekdarên PYDê yek demjimêrî rê li ber cenazeyên şehîdên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê girt , herweha dema cenaze gehşit Qamişloyê jî, çekdarên PYDê li nêzîk rêgra Nametyê rê li ber cenazeyan girtin û dîmenên leşkerî bi doşkayê li pêş beşdarbûyên merasîmên hatina cenazeyên herdû şehîdên pêşmergeyan rawestyan û piştî demekê ji rêgirtin û dîmenên leşkerî hiştin ew cenaze derbasbin.
Herweha bi hezaran xelkê bajarê Amûdê jî kombûne û xwe ji bo pêşwazya şehîdê pêşmergeyê kurdistana Sûriyê , kurê Amûdê şehîd Ehmid Qiço amadekirne.
Biryara îro demjimêr 10 sibehê bi dema Qamişlo termê herdû şehîdên pêşmerge bi axê bê sipatin.
Nalîn Hesen
